• Saturday, 30 November 2024
logo

Talebanî: me piştgêriya xwe ji hikûmeta malîkî re anî ziman

Gulan Media April 10, 2011 Nûçe
Talebanî: me piştgêriya xwe ji hikûmeta malîkî re anî ziman
Serokkomarê İraqê Celal Talabanî di gongireyekê çapemenî de got: Bi navê herdû hizban (PDK û YNK) me piştîvaniya xwe bo hikûmeta Malikî anî ziman û em li ser girîngîpêdana peywendiyên navbera herdû aliyan rawestiyan. Herwiha di hemû waran de me hêviya serkeftinê jî jê re xwest.’’

Li gor beyannameyeke Serokatiya Komara İraqê, Serokkomarê İraqê Celal Talabanî doh li nivîsîngeha xwe ya taybet a Bexda pêşwazî li Serokwezîrê İraqê Nûrî Malikî kir û rewşa dawî ya İraq û navçeyê nirxandin.

Di civînê de herwiha guherankariyên dawî yên İraqê li ser astê parlamento û hikûmetê, ew astengên ku rûbirûyê proseya siyasî ya İraqê dibin û guherankariyên navçeyê hatin gotûbêjkirin.

Piştî civînê jî Serokkomar û Serokwezîrên İraqê civîneke çapemeniyê lidarxistin. Di civîna çapemeniyê de Talabanî got: ‘’Di civînê de me behsa encama serdana min ya Îranê, civînên me ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, Nêçîrvan Barzanî û serkirdayetiya PDK û YNKê kir.’’

Rûdaw
Top