• Saturday, 30 November 2024
logo

Zîndaniyên Kurd di zîndanên Turkiyayê de dest bi gereva birçîbûnê kirin

Zîndaniyên Kurd di zîndanên Turkiyayê de dest bi gereva birçîbûnê kirin
Li zîndanên Tirkiyeyê 5 hezar girtiyên PKK û PAJK bi armanca bidawîanîna fişarên li ser wan û bicihanîna daxwazên gelê kurd, dest bi girêva birçîbûnê ya bêmawe kirin.

Denîz Kaya bi navê girtiyên PKK û PAJKê daxuyaniyeke nivîskî da û got, “Me li rojên 7-8ê vê mehê, bi armanca hişyarkirinê, çalakiya girêva birçûnê kir lê ji sibê ve emê di hemû zîndanan de bi dorê û bi awayê komî, dest bi grêva birçîbûnê ya bêmawe bikin.”

Di daxuyaniyê de amaje bi wê çendê hate kirin ku piştî çalakiya wan a du rojî fişar û siyasetên serkutkirinê yên li ser wan zêde bûne û heta ku daxwazên gelê kurd bên bicihanîn ew dê çalakiya xwe bidomînin.

Daxwazên girtiyên PKK û PAJKê ev in:

-Bila qedexeyên nejadperest- bişavker yên li ser zimanê kurdî bên rakirin, dawî li înkarkirina zimanê kurdî bê anîn, mafê perwereya bi zimanê dayîkê, xwerêxistin û weşanê bê nasîn.

-Bila dawî li operasyonên leşkerî û siyasî yên komkujiyê bê anîn

-Bila hemû girtiyên siyasî bên berdan

-Bila benda hilbijartinê bê rakirin (bi armanca ku gelê me û hêzên demokratîk li derveyî siyasetê bimînin, tê bicihanîn.)


AKnews
Top