• Saturday, 30 November 2024
logo

Devera bazirganî di navbera herêma Kurdistanê û Turkiyayê de tê gotûbêj kirin

Devera bazirganî di navbera herêma Kurdistanê û Turkiyayê de tê gotûbêj kirin
Şandeke hikûmeta Iraqê dê sibe bê Hewlêrê û derbarê avakirina devera bazirganî di navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyeyê de gotûbêjan bike.

Şêwirmendê Têkiliyên Aborî di Wezareta Bazirganî û Pîşesazî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Fethî Mihemed, got: Sibe ew şanda ku ji 18 şêwirmend û birêveberên giştî yê wezaretên pêwendîdar pêk tê, ji bo gengeşekirina pirsa avakirina wê devera bazirganiya azad li Zaxo, dê bê Hewlêrê.

Mihemed daxuyand ku şanda hikûmeta Iraqê dê bi serokatiya Serokê beşa welatên derdorê di Wezareta Derve ya Iraqê de Welîd Cemîl Şeltax ve û wiha domand: Ew şand dê gelek civîn û hedîtinan derbarê avakirina wê deverê digel berpirsên pêwendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêk bîne.

Mihemed bal kişand ku ji bo avakirina wê devera bazirganî, destpêkê herdu hikûmetên Iraq û Herêma Kurdistanê dê hevahengiyê bikin û pey re dê digel hikûmeta Tirkiyeyê gotûbêjê bikin.

AKnews
Top