Kurdan jî beşdarî xwenîşandanan kir û li Dera û Himsê 37 kes hatin kuştin û bi dehan jî birîndar bûn
Li bajarên Qamişlo û Amodê û ... td xelik daket kolanan û silovanên (dana asnameyê birînên bitenê ne bese) di gotin, û xwenîşanderan daxwaza çaksazî û azadiyê kirin û palpiştiya xwe bo Deraa yê ragehandin.
Ji aliyekê din ve li bajarên din yên Sûryayê mîna Rîf Dimeş, Tertus, Laziqiye, Hims, Hema, dêrezorê û hin bajar û bajarokên din xwenişananên girseyî pêkhatin.
Li gor şahit halan li Deraa yê hêzên ewlehiya Sûriyayê gole berdane xwenîşanderan û nêzî 30 kesan hatin kuştin û hijmarek pij ji birîndar ketin, herwesa li Himsê jî bi çek xwenişander hatine belavkirin û 3 kuştî û 42 birîndar hene.
Li gor nuçeyên deshelata Sûrî hin çekdaran li deraa yê 19 leşkerên Surî yên ser bi hêzên ewlehî ve kuştine.