Sûriye mafê welatîbûnê li Kurdan vedigerîne
Beşar Esad piştî xwepêşandan û serhildanên gel ên bi armanca "azadî û demokrasiyê" li Hesekê bi hinek nûnerên gelê Kurd re hevdîtin pêk anîbû. Hat diyarkirin ku Esad biryara zagona bi jimara 49 ya ku rê dide ku nansme ji Kurdên bê nasname re were dayîn, erê kir.
Di sala 1962an de, li parêzgeha Hesekê ku piraniya daniştvanên wê Kurd in, serjimêriyeke awarte hat çêkirin û di encamê de nêzîka 150 hezar Kurdan ji nasnameya Sûriyê hatin bêbeşkirin û weke Biyanî û Maktûm hatin naskirin Bi derbasbûna demê re, hejmara kesên bênasname gihişte nêzîka 350 hezar kesan.
Rûdaw