• Saturday, 30 November 2024
logo

Partên Kurdî yên Sûriyayê sibe xwenîşandanê dikin

Partên Kurdî yên Sûriyayê sibe xwenîşandanê dikin
Her sê Partiyên Yekîtiya Demokrat (PYD), Yekîtî ya Kurdistanê li Sûriyeyê (PYK) Rêkeftin Demokrat a Kurdistanê (PRDK) di daxuyaniyekê de piştgirî û beşdariya xwe di xwepêşandanên sibe yên li bajarên kurdan nîşandan.

Li gorî nûçeyan, alîgirên partiyên din yên kurdan jî dê beşdarî xwepêşandanên sibe bibin ku biryar e li navçeyên kurdan li parêzgeha Hesekê yên wek Qamişlo, Amûde, Dêrik, Derbîsiyê û Tirbespiyê bêne lidarxistin.

Hersê partiyên PYD, PYK û PRDKê her yek bi cuda daxuyanî dan û tê de daxwaza xwepêşandanên aştiyane kirin û her wiha ji hêzên ewlekarî û Artêşa Sûriyeyê xwestin ku dijî xwepêşanderan ranweste.

Xwepêşandan sibe ji hêla grûpa “Şoreşa Ciwanên Kurdan” li ser malpera Facebookê û grûpa “Ciwanên Serhildanê” li Sûriyeyê di bin navê “Îna Berxwedan ê” hatiye xwestin.
AKnews
Top