Rapora NY ya li ser Kerkûkê ji bal Hikûmeta Kurdistanê ve hat red kir
Cebar Yawer îro di civîneke rojnamegeriyê de li Silêmaniyê got, “2 roj berê Sekreterê NYê Ban ki-moon Moon li ser Kerkûkê raporek pêşkêş kiriye û tê de behsa rewşa wî bajarî kiriye. Rapor bi giştî ji aliyê ajansên ser bi NYê ve hatiye amadekirin.”
Yawer da zanîn ku di raporê de amaje bi wê çendê tê kirin ku bêyî rezamendiya hêzên din, 5 hezar pêşmerge li bajarê Kerkûkê hatine bicihkirin û pêşmerge jî wek gefeke li ser rewşa Kerkûkê hatiye binavkirin.
Di raporê de hatiye gotin, “Hebûna hêzên pêşmerge yên Herêma Kurdistanê li Kerkûkê dê bibe sedema şerê di navbera kurd û ereban de.”
Cebar Yawer got, “Em rêz li Ban ki-moon û ajansên ser bi NYê digirin lê me çend têbînî li ser raporê heye. Bi ya me kesên ku ev rapor amade kirine şarezar nînin û hay ji rewşa Kerkûkê nînin an jî bêalî û objektîf nebûn. Çêdibe bi qesta ev rapor amade kiribin. Em daxwaz dikin ku lêkolîn li ser raporê û zanyariyên tê de bê kirin. Lêkolîn digel kesên ku rapor amade kirine bê kirin. Zanyariyên di vê raporê de nerast in. ”
Yawer di civînê de xal bi xal bersiva rapora NYê da, hemû îdiayên di raporê de derewandin û got, “Em dikarin hemû îdiayên di raporê de bi belgeyan red bikin. Bo nimûna şandina hêzên pêşmerge bo Kerkûkê her ji destpêkê ve bi razîbûn û rêkeftina hersê aliyên kurd, Iraq û hêzên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) bûye.”
Hêjayê gotinê ye Nûnertiya Alîkariya bo Iraqê ya Neteweyên Yekgirtî(UNAMI) her çar meh carekê, Herêma Kurdistanê jî tê de li ser rewşa Iraqê raporeke giştî amade dike. Di rapora xwe ya dawîn ya vê mehê debehsa wê çendê dike ku bêyî rezamendiya hêzên din yên li Kerkûkê, Herêma Kurdistanê 5 hezar pêşmerge şandine Kerkûkî û çêdibe hebûna pêşmergeyan bibe sedema şerê di navbera ereb û kurdan.
AKnews