• Saturday, 30 November 2024
logo

Tevaya xwenîşanderên Silêmaniyê hatin berdan

Tevaya xwenîşanderên Silêmaniyê hatin berdan
Seroka Dadgeha Giştî ya Silêmaniyê xuya kir ku hemû xwenîşanderên di dema rûdana xwenîşandan û nerazîbûnan de li parêzgeha Silêmaniyê hatibûn girtin, niha hatine berdan.

Seroka Dadgeha Giştî ya Silêmanî Naz Nûrî got: “tevaya wan xwenîşanderên hatibûn girtin, hatine azad kirin. roja yekşemê û dûşemê 34 girtiyên din hatine azad kirin. Bi vî awayî hemû kesên di wan rodana de hatbûn grin niha hatine azad kirin ku Hejmara wan 71 kes bûn.”

Naz Nûrî derbarê girtiyên ku çek li gel wan bû, da zanîn ku ew girtiyên çek li gel wan, bi kefalet hatine berdan. Li gor yasayê nabe çi xwenîşanderek çekê hilgire. Lewra dê dadgehê derbarê xwepêşanderên ku çek li gel wan hebû, xwedî biryarek din be.

Rûdaw
Top