• Friday, 29 November 2024
logo

Li Derayê mangirtina giştî ye

Li Derayê mangirtina giştî ye
Li Sûriyeyê bajarê Derayê, mangirtina giştî ya li ser canê qurbaniyên xwepêşandanan derbasî roja duyemîn bû.

Li gorî nûçeya BBCê, ji duhî ve dikanên bazara Derayê deriyê xwe girtine wek rêzgirtinekê li hember kesên ku di xwepêşandanên ku ji 18ê meha borî li bajêr didomin, hatine kuştin.

Ji aliyekî din ve, grûpa “Şoreşa Sûriyeyê 2011ê” ya li ser malpera Facebookê ku hejmara endamên wê 105 hezar kes e, banga xwepêşandanên 3 rojî li gelê Sûriyeyê kir.

Grûpê di bin navê “Heftiya Şehîdan” daxwaz ji gelê Sûriyeyê kir ku ji îro û heta roja înê ya bê dakevin meydanan û xwepêşandanan li tevahiya bajar û bajarokên welêt li dar bixin û banga azadiya siyasî û reforman bikin.

Li paytexta Sûriyeyê Şamê li navçeya Maedemiyê jî, duhî, xwepêşandanek hat li darxistin û tê de xwepêşanderan banga azadî û reforman kirin.

Ji aliyekî din ve, ajansa “Sana” ya fermî ya Sûriyeyê belav kiriye ku duhî li navçeya Kefir Bitina ya bi ser parêzgeha Rîf Dîmeşq, 2 polîs ji hêla çekdarên nenas ve hatine kuştin, lê ti zanyariyê din di vê derbarê de aşkere nekirin.

Navçeya Kefir Bitina nêzîkî navçeya Dûmaye ku roja îna borî di xwepêşandanên li wir 8 kes ji hêla hêzên ewlekariyê ve hatine kuştin.

Rêxistina mafê mirovan “Human Rights Watch” daxwaz ji Serokomarê Sûriyeyê Beşar el-Esed kir ku nehêle hêzên ewlekariyê hê li hember xwepêşanderên dijî hikûmetê bikar bînin.

HRWê her wiha daxwaza vekirina dozekê derbarê her haleteke teqekirinê kir tevî lêpirsîna berpirsiyarên ji bikaranîna hêzê bi awayekî neyasayî.

Di 18ê meha borî de, bi hezaran kes li bajarê Derayê daketin meydanan û daxwaza azadkirina 14 zarokên xwe kirin ku bi sedema nivîsandina sloganên dijî desthilatê ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatibûne girtin.

Piştre, li bajarên Şam, Laziqiya, Humus, Hema, Qamişlo, Amûdê, Idilib, Banyas, Dêrezûr, Kobanê û çend bajarokên din jî xwepêşandan hatin lidarxistin.

Li gorî Yekîtiya Navdewletî ya Mafê Mirovan (FIDH ji 18ê adarê heta 1ê nîsanê di xwepêşandanên li Sûriyeyê de 123 kes hatine kuştin. Lê çavkaniyên mafê mirovan li wî welatî xuya dikin ku hejmara kuştiyan bêtirî 134 kesane.

(AKnews)
Top