• Friday, 29 November 2024
logo

BDP boykota "Sonda me" dide destpêkirin

BDP boykota
Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demirtaş, diyar kir ku ew ê li rêxistinên navçe û bajaran kampanyaya boykota "sonda me" bidin destpêkirin.

Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demirtaş, anî ziman ku bersiva Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî ya Amedê daye daxwaznameya wî ya êdî keça wî "sonda me" nexwîne ya "neyînî" nîşaneya têkçûna pergalê ye. Demîrtaş, da zanîn ku tu cezayê zarok "sonda me" nexwînin tuneye û wiha got: "Ez li vir bang li welatiyan dikim ku çalakiya raperîna gel li dar bixin. Zarokên xwe ji vê sonda nîjadî re neşînin. Rêxistinên me yên navçe û bajaran ji bo vê çalakiya raperîna sivîl kapmanyayekî berfireh bidin destpêkirin"

Demîrtaş, got, "Sonda kesek nîjadaperest ê tirk di sala 1934'an de nivîsî bi zarokên me didin xwendin zilm e" Demîrtaş, da zanîn ku ew nemecbûrin vê zilmê qebûl bikin.
ANF
Top