• Saturday, 30 November 2024
logo

Destên Tirkan di kuştina parêzgarê Kerkûkê de hebû

Destên Tirkan di kuştina parêzgarê Kerkûkê de hebû
Wikileaks belgeyek di malpera xwe de weşand û da zanîn, ku sedema girtina leşkerên Tirkan yên li Silêmaniyê sala 2003`an ew bû ku destê leşkerên Tirkan di kuştina parêzgarê Kerkûkê de hebû. Duh rojnameya Taraf`ê ya Tirkî jî ev belge belav kiribû û agahî dabû.

Hêjayî gotinê ye ku leşkerên Tirkan di 4/7/2003`an de hatibûn girtin û piştî ew hatibûn girtin, tûr xistibûn serê wan, ev jî bûbû sedema sarbûna têkiliyên Tirk û Amerîkiyan û Tirkan ev wek bêrûmetkirina Tirkan bi nav kiribû. PUKmedia
Top