Kurd beşdarî kombûna li gel serokê Sûriyayê nebûn
Li gor malpera Elaph, duhî 04.04.2011an bi fermana serokê Sûriyê Beşar Esad firokeyekê ji Şamê berê xwe da firokexaneya Qamişlo bi mebesta dîtina zêdeyî 20 kesayetiyan ku piraniya wan serokeşîr û oldar in û 18 ji wan Kurd in, lê hat ragehandin ku siyasetvanê Kurd Ezîz Dawûd ev vexwendin red kir ji ber Civata Siyasî ya Kurdî biryar daye vexwendinên bi vî rengî qebûl neke.
Diktor Ebdulhekîm Beşar sekreterê partiya demokrata kurd li Sûryê Elpartî, bi ajansa PNA ragehand ku ew weko bizava razgarîxwaza kurd li Sûriya beşdarî wê kombûnê nebûn ku ji aliyê dezgehên ewlehiya Sûriyayê ve hatibû rêxistin.
Derbarê ew nûçeya ku bas li beşdariya kurdan dikin di wê kombûnê de, sekreterê Elpartî got, ew çend kurdên beşdarî wê kombûnê bûne nûneratiya gelê kurd nakin û got jî ku ta niha hikûmeta Sûriya weko pirsek siyasî temaşey pirsa kurd nake.
Sekretêrê partiya pêşketina demokrata kurd li Sûriya Hemîd Hec Derwîş jî bo heman ajans xuyakir ku wan kombûna duhî ya li gel serokê Sûriyayê redkir ew jî ji ber ku tu aliyekê siyasî kurd nehatibû daxwazkirin, min jî got pêwîst hemû aliyên siyasî di kombûnê de amadebin.