Topbarana Îranê gundek vala kir
Piştî salekê rawestandina topbaranê îro dîsan topxaneyên Komara Îslamî ya Îranê destê sibehê navçeya Balekayetî topbaran kirin û topbaranê jî nêzîka dû demjimêran berdewam bike.
Heman çavkaniyê got: ‘’11 top li navçeya Balekayetî dane û dû top jî li gundê Koyle ketine lê tu zerareke madî canî nebûye û niha hevwelatiyan gundê xwe vala kirine û koçberî gundên din bûne. Herwiha tirs ketiye dilê gundên derdorê jî.’’ Rûdaw