Emrîka daxwazê ji welatiyên xwe dike ku ji Sûriyê derkevin
Li 31 meha Azarê Emrîka ji welatiyên xwe xwest ku neçin Sûriyayê ji ber ku rewşa Sûriyê gelek aloz û xerab e, lê cudahiya biryara vê carê ew e ku Emrîka geştên esmanî yên bê pere ji welatiyên xwe re peyda kiriye.
Ev biryara Emrîk paş wê çendê tê ku xwepêşandan û serhidanên cemawerî gheştine welatê Sûriyayê jî û ta niha bi sedan welatî bi destê hêzên ewlehiya wî welatî hatine kuştin û birîndar kirin.