Li Merîwanê pevçûn, 4 kuştî û 5 birîndar hene
Li gorî çavkaniyên li Rojhilatê welat êrîşa han li gundê Kewe ya devera Merîwan a Rojhilatê Kurdistanê û li nêzîk sinorê Başûrê Kurdstanê rû daye û têde hêzek çekdar ya nenas êrîşî bingeheke leşkerî ya Hikûmeta Îranê kiriye û di encamê de 4 leşker hatine kuştin û 5 leşker jî birîndar bûne, tê gotin ku piştî êrîşa han hêzên çekdar ên Komara Îslamî devera han bi tundî topbara kirine.
Li gorî rojnameyan çend goleyên topan li deverên Başûrê Kurdistanê ketine lê tu ziyaneke canî tune bûye, heya niha tu hêz û aliyekê berpirsyariya vê êrîşê negirtiye ser xwe.
Hêjayê gotine ye ku heftiya derbasbûyî çedîn pevçûnên çekdarî li baajrê Sine pêkhatin ku Komara Îslamî hêzên Îslamî yên tundrew di wî warî de bi tawanbar dan zanîn.
D.M / avestakurd