Serokê Herêma Kurdistanê li gel Civata Wezîran civiya
Di kombûnê de, paş bi xêrhatina amadebûyan, Serok Barzanî, ronahî xiste ser rewşa îro ya Herêma Kurdistanê û daxwaz kir ku ev rewş pir bi zelalî bê nirxandin û destbicîhkirina karê bernameya çaksazî bê kirin û ragihand ku li destpêka pêkanîna vê kabîneyê de agahdarî kirin ku pêwîste rewşa Herêmê bê baş kirin û çaksaziyên pêwîst bê encam dan. Her li wê demê me gelek dixwest hemû aliyê siyasî yên serketî beşdarî di vê kabîneyê de bikin û bi wî navî jî me gelek hewl da, lê belê hinek alî biryara wê yekê dabûn ku wekî rikeber karê xwe bikin û me jî rêz li biryara wan girt û hêvîxwaz jî bûn ku ew rikeber rikeberekî binyatner be.
Ev rewşa ku îro hatiye pêş, em dikarin bi du cureyn wesif bikin. Yekem, daxwaziyên xelkê ne, ew ê din daxwaziyên partên rikebere ku divê her du ji hevdû werin cûdakirin.
Sebaret bi ya yekem daxwaziyên siruştîne û pêwîste Hikûmet ji bo bicîhkirina wan kar bike.
Sebaret bi duyemîn ev daxwaziyên hizba rikebere ku dixwazin li rêya daxwaziyên xelkê ve hinek ajandayên xwe bipejirînin ku li vir da Hikûmet bi tu awayekî nabê biçê li jêr barê wan. Eger ew alî bi rastî jî dixwazin çaksaziyê encam bidin pêwîste li gel desthilatê rûnin û pêkve wê çaksaziyê encam bidin. Ev desthilat bi kudeta an jî bi darbe nehatiye li ser hukim, belku bi hilbijartin û bi dengê zêdetirê xelkê Kurdistanê ve hatiye û nabê beranberiyeke şaş bêkirin û ev rewşa Kurdistanê bi çend welatekî Erebî ve beramber bikin. Ez berî sefera xwe ya Îtalya li gel hemû aliyê siyasiyên Kurdistanê runiştim û min got ji bo encamdana çaksaziyê pêwîstiya we her bi çi heye, piştî ku ez vegeriyam bidin destê min û ez jî li gel Hikûmet û Parlemen û bi alîkariya we encam didîn. Lê belê ewê rû da dijî peymana me bû. Em bi tu awayekî qebul nakîn kesek bi navê gel bipeyve û me wekî dijî wê bişibîne û qebul jî nakîn kes xwe bi hilgirê ala çaksaziyê deynê. Ji ber ku hem mîllet bi mîlleta xwe dizanîn û hem hizra çaksaziyê jî yê me bi xwe bûye.
Bi mixabin niha mijule çandekî balkêş li Kurdistanê de dirust dibe ku nabe rikeber eger şaşî kir muhasebe bêkirin. Lê belê ew muhasebe sebaret bi desthilatê ve rewaye. Gelo li hemû dinyayê we dîtiye xwepêşander polîs bikuje?
Ez bi eşkere bi we radigihînim ew bernameya ku me daniye em bi xwe bi cîh dikîn û qebul nakin kesek bi navê çaksaziyê ve îstîxlala hinek tiştan ji bo berjewendiya xwe bike û her hengavekî çaksaziyê jî divê bi baweriya Hikûmetê ve hilqulê û rikeber jî bila dev ji wan axaftinan berde ku qaşo ewê dihête kirin bi sedema zextane. Em bi zextê kar nakîn û zexta kesek jî qebul nakîn û xizmetkirina mîlletê xwe jî bi erkekî herî bilindê xwe dizanîn. Me ku Serokayetiya Herêmê qebulkir ji bo wê yekê bû ku nav malê Kurd rêk bixîn û paşmayiyên şerê navxweyî nehêlîn û pêgehekî bilind ji bo mîlletê xwe li derve dirûst bikîn û dam û dezgehên Herêmê bikîn bi damezraweyî û armanca kevina gelê xwe bînîn holê. Ez ne aşiqê wê pile û payeyê me û şanaziyê bi Pêşmergayetiya xwe dikim û her wekî Pêşmergeyek jî xizmeta gelê xwe dikim û li kes jî qebul nakim bi zorê ajandaya xwe li ser min ferz bike û kesek jî ji min hêsantir tûne, eger ez û hûn bi raya wê hejmara kêm astengîn eveye her sibê diçîne Parlemen û dev ji hemû tiştek berdidîn. Lê belê rewş ne bi vî awayiye ewên tîhniya desthilatin û dixwazin xwe bi zorê ferz bikin. Nexwe bila bên û beşdarî li hilbijartina pêş wext bikin. Bi raya min divê gelek bi hişyarî li gel wê pêşhatê tevbigerîn û yasa jî divê bibê serweriya hemû aliyek û li ser me hemûyan bête bi cîh kirin. Ewê teqînê kiriye û ewê xelkê han da bê tundutijiyê encam bide, ji ber ku her du jî li ruyê yasayiyê ve wekî hevin.
Sebaret bi hevdîtina cenabê Serok li gel her du şandên Ranye û Qeladizê û her wiha Serok û Serok Firaksiyonên li nav Civata Parêzgeha Silêmanî jî, Serok Barzanî sê daxwazên şanda Ranya û Qeladizê xiste rû ku yek ji wan pêwendî bi Merzî Kêlê ve hebû ku bibê merzekî navdewletî û ragihand ku wî bi xwe kar ji bo wê kiriye û pêwîste Hikûmet jî bi deng bi vê daxwaziyê ve bê û duyem jî pêwendî bi dirustkirina îdareyekî serbixwe li deverê da hebê ku pêwîste bête çalak kirin û sêyem jî dirustkirina bînaya koleja Perwerdeya Qeladizê ye ku pêwîste ew jî bête bi cîh kirin.
Di derbarê hevdîtina li gel Serok û Serok Fraksiyonên li nav Civata Parêzgeha Silêmanî jî Serok Barzanî daxwaziyan xiste li ber Civata Wezîran û daxwaz kir ku yasaya Civata Parêzgehan bête çalak kirin û Civat jî mumareseya wê desthilatê bike ku li gor yasa pê hatiye danan.
Li ser serdana vê dawiyê ya birêz Serok Wezîrê Komara Tirkiye jî, Serok Barzanî dûpat kir ku ev serdan rûdawekî dîrokî û gelek girîng bû ji bo her du aliyan û tekez li ser wê yekê kir ku pêwendiya Herêmê li gel welatên dewruber da hinde baş bê li qazanca hemû aliyeke û ronahî kir ku Tirkiye rol û pêgeha xwe li navçeyê û hemû cîhanê da heye pêwîste pêwendiyên xwe pêş bixîn û şexsê Serok Wezîrê Tirkiye jî bi şexsekî bi wêrek wesif kir.
Paşê Dr. Berhem Ehmed Saleh Serokê Civata Wezîran balkişand li ser wan hengavên ku heta niha li çarçêweya bernameya çaksaziya Hikûmeta Herêmê de hatine encamdan û girêdayîbûna Hikûmetê jî bi peyama Serok Barzanî ve dûpat kir ku ji bo cejna Newrozê ragihandibû. Her wiha balkişand li ser hilbijartina Civata Parêzgehan ku biryare roja 10/09 a îsal bête encamdan. Her wiha yasaya hilbijartin û hemwarkirina wê jî hate nirxandin.
Her wiha her yek ji Wezîrên birêz jî sebaret bi kar û çalakiyên Wezaretên xwe ve nêrîn û dîtinên xwe xistin rû û her wiha sebaret bi rewşa vê dawiyê ya Herêmê wekî windabûna daxwaziyên xelk bi sedema çend aliyeke rikeber û pêşketina diyardeya şehîdkirin û birîndarkirina hêzên Navxweyî û bikaranîna zarokan li xwepêşandanan û belavkirina zanyariyên nedirust derbarê budçeya Herêm û dirustkirina îdareyek ji bo astengiyan û yekxistina dezgehên çavdêriya darayî.
Li dawiyê Serok Barzanî tekez li wê yekê kir ku dema wê yekê hatiye Wezaret bi kiryar çareseriya pirsan bikin û her çi bi şaş hatiye encamdan bêne çareserkirin û kompanyayay monopol jî nabê hebûna Xwe hebê û beşên wê bidin hemwelatiyan û Wezareta Çandinê jî raporek pêşkêş bike li ser wan tecawizên ku li ser erdê çandinê hatine kirin û her wiha vegerandina mulkê Hikûmet û pêkanîna lîjneya Nezahe û damezrandina Civata şîrove û dabeşkirina kareba bi awayeke şefaf û pêşkêşkirina xizmetguzariyên pêwîst bi hemû hemwelatiyan.