Nivîsgeha Yekîtîya Ewropa ya li Kurdistanê bi fermî hat vekirin
Serokê Mîsyona YE’yê li Iraqê Francisco Diaz Alcantud îro li Hola Hotel Şareton ya li Hewlêrê civîneke rojnamegeriyê saz kir û tê de got, “Herçend me nivîsgeha xwe li tebaxa 2010ê li Hewlêr vekir lê ez di vê civînê de radigihînim ku Nivîsgeha Nûneriya YEyê li Hewlêrê îro bi awayekî fermî hat vekirin.”
Serokê Mîsyona YEyê li Iraqê ragihand ku ew di warê reform, dadwerî û ewlekariyê de kar dikin û rahênanê bi efserên payebilind yên wezareta navxwe yên li sertaserê Iraqê dikin. Her weha wan bi hevkariya Wezareta Navxwe ya Iraqê li 27 welatên Ewropî çendîn kar û çalakî pêk anîne. Alcantud got:
“Heta niha li seranserê Iraqê 4 kes beşdarî xulên me bûne. Hezar û 800 kes ji wezareta navxwe, 900 kes ji civata bilind a dadweriyê û wezareta dadê, hezar û 100 kes ji wezareta kar û karûbarê civakî û hezar û 50 efserên Herêma Kurdistanê beşdarî van xulan bûne.”
Alcantud got, “Me sê nivîsgeh li Iraqê heye. Nivîsgeha sereke li Bexdayê ye. Nivîsgeha Hewlêrê jî daîmî ye. Her weha li Besrayê jî nivîsgeheke demî heye.”
Berpirsê Ofîsa Têkiliyên Derve yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê Felah Mistefa jî got, “Herçend ji sala borî ve çalakiyên wê hebûn, em wek hikûmet kêfxweş in ku Nivîsgeha YE’yê ya li Herêma Kurdistanê bi awayekî resmî hate vekirin.”
Heta niha 18 welatên herêmî,erebî û cîhanî nûneriyên xwe yên dîplomatîk û bazirganiyê vekirine.
(AKnews)