• Saturday, 30 November 2024
logo

Di vê heftiyê de her sê serkirdên opozisyona Herêma Kurdistanê komdibin

Di vê heftiyê de her sê serkirdên opozisyona Herêma Kurdistanê komdibin
Serkirdên opozisyona Herêma Kurdistanê (Tevgera Goran, Yekgirtûya Îslamî û Komela Îslamî) ji bo gotûbêjkirina ew piroja ku berî niha belavkiribûn, dê di vê heftiyê de li hev bicivin.

Kargêrê ofîsa siyasiya Komela Îslamiya Kurdistanê ji malpera xendan re diyarkir ku egerê vê kombûnê ew e ku heyamê mehekê ye opozisyonê piroja çaksaziyê pêşkêşî hikûmeta Kurdistanê kirî ye û ta niha bê bersiv maye.

Ebdulsetar Mecîd xuya jî kir ku li nêzîktirîn dem di vê hefiyê de ew kombûn wê bê sazkirin û tê de hersê aliyên opozisyonê dê helwêsta xwe li ser bersivnedana deshelatê rabigehînin.
Top