Di vê heftiyê de her sê serkirdên opozisyona Herêma Kurdistanê komdibin
Kargêrê ofîsa siyasiya Komela Îslamiya Kurdistanê ji malpera xendan re diyarkir ku egerê vê kombûnê ew e ku heyamê mehekê ye opozisyonê piroja çaksaziyê pêşkêşî hikûmeta Kurdistanê kirî ye û ta niha bê bersiv maye.
Ebdulsetar Mecîd xuya jî kir ku li nêzîktirîn dem di vê hefiyê de ew kombûn wê bê sazkirin û tê de hersê aliyên opozisyonê dê helwêsta xwe li ser bersivnedana deshelatê rabigehînin.