• Friday, 29 November 2024
logo

Li rojavayê Kurdistanê jî xwepêşandan hatin encamdan

Li rojavayê Kurdistanê jî xwepêşandan hatin encamdan
Îro li her du bajarên Qamîşlo û Amudeyê, bi beşdariya bi hezaran kes xwepêşandanek bi rêveçû.

Xwepêşanderan dirûşma Em regeznameyê naxwazin, em azadî û mafên netewî dixwazin bilind kirin.

Xwepêşandana ku li bajarê Qamişlo hatî sazkirin ji navçeya Helhelî li pêş mizgefta Qasimo destpêkir, li bajarê Amûdeyê jî hêzên ewlehiya rejîma Sûriyê hewl da bi zor xwepêşanderan belavbike.

Cihê amaje pêkirinê ye ku Îro danê nîvro, li piraniya bajarên Sûriya xwepêşandanan dest pê kir û li gor ajansa Rûyters zêdetir ji 10 kesan bi fîşekên hêzên ewlehiyê canê xwe ji dest dan.
Top