Ji bo daxwazên Kurdan Li Sûriyeyê komîsyon tê avakirin
Li gorî nûçeyên dewleta Sûrî, ji bo ku lêkolîna daxwaziyên Kurdan bikin û çareyê ji pirsgirêkên wan re bibîne komîsyonek ava bûye.
Heta 15’ê Nîsanê li bendê ne ku komîsyon amadekariyên xwe temam bike, tê destnîşankirin ku di serî de Kurdên Ku nasnameya wan nîn e, mafê welatîbûna Kurdan, mafê wan ê ku bibin xwedî milk jî mijara lêkolîna komîsyonê ye.
Piştî ku komîsyonê lêkolîna xwe qedand ew ê wekî raporekê pêşkêşî serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esad bike ku çareyê ji kêşeya Kurd re bibîne.
Heta îro tu Kurdekî bênasname nikarîbû li ser navê xwe kargehek vekira an jî di karê dewletê de bixebitiya. Hê ne diyar e ku vê biryara wezaretê we çiqasî pêk were. Serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esad di sala 2005’an de soz dabû ku nasnameya 300 hezar Kurdî bidê lê ev yek hatibû jibîrkirin.
ANF