• Friday, 29 November 2024
logo

Serokomara Finlandiyayê geşteya (Kurdistana bakûr) Rihayê dike

Gulan Media March 31, 2011 Nûçe
Serokomara Finlandiyayê geşteya (Kurdistana bakûr) Rihayê dike
Serokomara Finlandiyayê Tarja Halonen got, “Tiştên ku YE ji Tirkiyeyê dixwaze, bo serkeftina Tirkiyeyê ye.”

Serokomar Halonen îro li Tirkiyeyê li bajarê Rihayê geştek pêkanî û çû serdana Navenda Piştgirî û Perwerdehiya Jinan (KADEM) ku li taxa Eyubiyeyê de ye. Li wê derê ji hêla Şaredarê Rihayê Ahmet Eşref Fakibaba û Parêzgar Nuri Okutan ve hate pêşwazîkirin û temaşeyî folklora gelêrî kir.

Tarja Halonen, piştî serdanê, pirsên çapemeniyê bersivandin û got, ew gelek caran hatiye Tirkiyeyê û vê carê jî xwestiye derveyî Enqereyê biçe deverek. Li gorî nûçeya AAyê, Halonen got, sedema bijartina Rihayê ew e ku, li vê herêmê gelek bûyer diqewimin, pêşketin hene û her wiha dîroka vê derê jî bala wê kişandiye.

Derbarî pirsa rojnamegerek a wek “Piştgiriya we bo ku Tirkiye beşdarî YEyê bibe dê bidome” wiha axivî:

“Helbet dê bidome. Lê divê Tirkiye di vê demê de pir bixebite û alîkariya dostan jî girîng e. Tiştên ku YE ji Tirkiyeyê dixwaze ne bo hirskirina tirkan e. Pêkanîna wan, di asta navneteweyî de dê pêwendiyên Tirkiyeyê xurtir bike. Rekabeta navneteweyî pir birêxistinkiriye, hûn bibin endamê YEyê nebin jî, divê hûn vana pêkbînin. Bo endamtî sebr û xebat divê.”
AKnews
Top