konferansa aştiyê daxwaza rawestandina zimanê dijwar dike
Di vê derbarê de Serokê Grûba Aştîxwaz a Hewlêrê Karwan Mihemed Sabir got: “Me bi armanca aramkirina rewşa niha ya Herêma Kurdistanê, rê girtin li partiyan bo bikaranîna xelkê, bi armanca anîna ser kolanan û bikaranîna rêyên diyalogê ji bo çareserkirina pirsgirêkan, ev konferans saz kir.”
Ev konferans bi serpereştiya Grûba Aştîxwaz a Hewlêrê û bi tevlîbûna nûnerên konsolxaneya Amerîka ya li Hewlêr, çend mamosta, bazirgan, rewşenbîr, rojnamevan û xelkên sivîl ên ji pîşeyên cûda birêve çû. Piştî konferansê jî biryar hat dayîn ku encama konferansê bi beyanameyekê bê belavkirin, pêşkêşî hikûmet û partiyên Herêma Kurdistanê bê kirin.
Di wê konferansê de behsa rolê dezgehên ragihandinê jî hat kirin û tekez li ser wê yekê hat kirin ku, ragihandin li Herêma Kurdistanê rolê xwe naleyîze. Di vê derbarê de şêwirmendê bi navê Medhet Silêman li Parlamentoya Kurdistanê got: “Li Herêma Kurdistanê ragihandin rolê xwe naleyîze û piraniya ragihandinan li gor kêfa xwe aliyê beramber ne ciwan dikin. Ez 23 salan li welatên Ewrûpa mam, min ti ragihandin wekî ya li Herêma Kurdistanê ne dît. Piraniya ragihandinan li gel alîgiran, wekî siyasiyekê kar dikin û ev jî ne karê ragihandinê ye.”
Rûdaw