• Friday, 29 November 2024
logo

Medyaya Tirkiyeyê: "Serdana dîrokî!"

Gulan Media March 30, 2011 Nûçe
Medyaya Tirkiyeyê:
Serdana Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, bo paytexta Iraqê Bexdayê, bo bajarê şîi Necefê û bo paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê, di medyaya Tirkiyeyê de bi manşetên wek "Serdana yekemînan", "Serdana dîrokî", "Bi Başûr re aştî kir, dora Bakure" û "Kurdistan qebûl kir" cîh girt.

Rojnameya Cumhuriyetê, bi manşeta "Serdana Yekemînan", peyama Erdogan a "Em siyaseta înkarê bi dawî tînin" derxist pêş. Di nûçeyê de, serdêrên "Di siyaseta Iraqê de, guhertina misoger" û "Bi Tatlises, peyam da" jî cî girtin.

Haberturkê, bi serdêrên "Tirkiye du gavên dîrokî bi hev re avêt" û "Bû mêvanê Barzanî", nûçe wiha weşand, "Erdogan, yekem serokwezîrê Tirk bû çû Hewlêrê. Barzanî re got ‘Birêz Serok’."

Hurriyetê jî, bi manşeta "Serokwezîrê Tirkiyeyê li Hewlêrê ye. Serdana Dîrokî", nûçe wiha nivîsand:

"Serokwezîr Erdogan, karek yekem kir û serdana navenda Herêma Kurd a Bakurê Iraê Hewlêrê kir. Ji Barzanî re ku li ber derencê balafirê hatibû pêşwaziya wî, ‘Birêz Serok’ got."

Radikalê jî, nivîsa "Ji Hewlêrê, piştgiriya hilbijartinê" ya Cengîz Çandar, ku digel Erdogan bû, derxist maşetê û wiha nivîsand:

"Serokê Rêveberiya Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî, hebûna Erdogan li herêmê, wek garantiya aştî û ewlehiyê nirxand û piştigrî da hilbijartinên 12ê Hezîranê."

Milliyetê, bi sedêra "Bû serdana yekemînan", wiha nivîsand, "Erdogan, ku wek yekem lîderê Sunnî serdana merqeda Hz. Ali kir, li wir dua kir." Di nûçeyê de, bo serdana Hewlêrê jî, wiha hat gotin, "Bi Tatlises peyam da."

Tarafê jî, di bin manşeta "Me bi Başûr re aştî kir, niha dora Bakure" de wiha nivîsand:

"Serokwezîr ku bo cara yekê ye serdana Hewlêrê dike, ji Kurdên Iraqê re, ku sê sal berê piçek mabû li dijî wan şer biqewime, got "Gelê Kurd ê cîran û bira" û bi vî awayî, gavek dîrokî bo aştiyê avêt. Niha jî, dora Kurdên Tirkiyeyê ye…"

Serdana Erdogan, di Yenişafakê de jî, bi serdêra "Tabu şikand" wiha cî girt:

"Serdana Erdogan a Iraqê, gelek hêlên sor hilweşand û rakir. Erdogan, ku yekemîn lîderê biyanî bû li Parlamentoya Iraqê de axivî, yekemîn lîderê Sunnî jî bû ku serdana merqedê Hz. Ali li Necefê kir. Erdogan, yekemîn serokwezîr bû ku serdana Bakurê Iraqê kir û bi alayên hîv-stêrk hat pêşwazîkirin û peyama biratiyê da."

Nûçeyên serdanê, di rojnameya Sabahê de bi serdêra "Ezber Xerab kir", di Akşamê de, bi serdêra "Dua ji Hz. Ali re" û "Erdogan, digel Barzanî hevdîtin pêk anî", di Bugunê de, bi serdêra "Serdana Yekemînan", di Zamanê de, bi serdêra "Erdogan û Iraqê hev himêz kirin" cî girt.

(AKnews)
Top