• Saturday, 30 November 2024
logo

Naveroka axaftina Serokê Herêma Kurdistanê li rewresma vekirina Firokxaneya Navdewletiya Hewlêrê

Gulan Media March 30, 2011 Nûçe
Naveroka axaftina Serokê Herêma Kurdistanê li rewresma vekirina Firokxaneya Navdewletiya Hewlêrê
Naveroka axaftina Serokê Herêma Kurdistanê li rewresma vekirina Firokxaneya Navdewletiya Hewlêrê

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Cenabê Serok Wezîrê Komara Tirkiye birêz Receb Tayib Erdogan...

Amadevanên birêz...

Mîhvanên hêja...

Gelek xweşhalim ku îro li rojekî wiha dîrokî da cenabê Erdogan li rêwresma vekirina Firokxaneya Navdewletiya Hewlêr beşdariya me dike û serdana me dike,‮ ‬ku ez bawerim eve yekemîn hengave ji bo binyadnana bingeheke xurt li hemû Iraq û bi taybetî li Herêma Kurdistanê û klîle ji bo projeya mezintir û ji bo berev pêşbirina Herêma Kurdistanê û Iraqê bi giştî.

Birêz Cenabê Erdogan...

Ev serdana we ya îro ji bo Iraq û ji bo Hewlêr, em bi rûdawekî dîrokî dizanîn û eve yek ji wan biryara bi wêrekaneya cenabê weye. Em bawerin ev serdan pirekî gelek bi hêz dike li pêwendiya di navbera gelê Iraq bi giştî û gelê Kurdistan bi taybetî li gel gelê Tirkiye. Cenabê we ku bi îradeya gelê xwe hatine ser hukim li Tirkiye, em şahîdê guhertinên gelek mezinin û we biryarên gelek bi wêrekane daye. Em birêz ve temaşa wan hengavan dikîn. Ez bawerim bi vê siyaseta rast, cenabê we pêgeha Tirkiyê gihand astekî din li ser asta navdewletî û navçeyê da. Îro Tirkiye li navçeyê da rolekî mezin dibîne, eve jî vedigerê li ser siyaseta hekîmaneya cenabê we. Em hêvîdarîn li hilbijartina pêş da jî eve her berdewam bibê. Ji ber ku em bawerin hebûna cenabê we xizmetekî mezin bi aştî û asayîşa hemû navçeyê dike û xizmetekî mezin jî bi mîlletê Tirkiye û dostên mîlletê Tirkiye jî dike.

Cenabê we hizra li çareseriya hekîmane û aştiyane dikin ji bo hemû giriftan û em jî bi germî piştevaniya wê siyaseta cenabê we dikîn.

Ez dixwazim li vir da spasî kompanyaya Makyol Cengîz bikim ku yarmetiya me dan ku vê firokxaneya xweşik dirust bikîn. Her wiha spasî Balyozê Cenabê we Murad Beg li Bexda û Konsolê we yê birêz Aydin Beg li Hewlêr bikim, ji ber ku rolekî mezin li bingeha xweşkirina van pêwendiyên dostane ku dirûst buye kirin ku îro em li vir pêşwaziya cenabê we bikîn.

Ez bi navê gelê Kurdistan û bi navê xwe ve bi germî bi xêrhatina cenabê we û şanda li gel we dikim û hêvîdarim ku eve destpêkek bê ji bo asoyeke dinê pêwendiya du qoliya me. Bêguman ev hengav xêr û xweşî dibê ji bo gelê Iraq û gelê Tirkiye û bi taybetî ji bo Herêma Kurdistanê.

Carekî din gelek bi xêrhatin û gelek xweşhalîn bi hatina we û silavên xwedê li we bin.
Top