• Saturday, 30 November 2024
logo

Recep Tayyip Erdogan li paytexta Herêma Kurdistanê ye

Gulan Media March 29, 2011 Nûçe
Recep Tayyip Erdogan li paytexta Herêma Kurdistanê ye
Receb Tayyip Erdogan Serokwezîrê Tirkiyeyê Iro li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê ji bal Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, Serokwezîr Berhem Salih, Serokê Parlamentoya Kurdistanê Kemal Kerkûkî, Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî û berpirsên hikûmetê ve hat pêşwazîkirin.

Di seredana xwe de serok wezîrên turkiya bi hevaltiya serokê herêma Kurdistanê mes'od Barzanî Balafirgeha Navneteweyî ya nû ya hewlêrê vekirin.

Di rêwresmê vekirina balefirgeha hewlrê de Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, axaftinek kir û bixêrhatina Serokwezîr Erdogan kir, û serdana Erdogan bo Herêma Kurdistanê, pir girîng û dîrokî nirxand û got, "Li gorî me, serdana Serokwezîr Erdogan bo Herêma Kurdistanê, karek wêrek ye."

Barzanî, her wiha, piştgiriya xwe bo siyaseta hikûmeta AK Partiyê ya çareseriya pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê anî ziman û hêviya xwe bo çareserkirina pirsgirêkê nîşan da.

her di wê rêwresmê de Erdogan peyvek pêşkêş kri û tê de spasiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bo wê pêşwaziya germ kir, û got "Têkiliyên me digel Iraq û vê herêma rind, dîrokî ye."

Piştî wê jî her du serok (barzanî,Erdogan) çûn qunsilxaneya Turkî li herlerê û bi awayekê fermî ew qunsalxane hate vekirin.

Di seredana xe ya ji bo Îraqê de serok wezîrên turkiya bi awayekê fermê seredana hewlêrê kir, û ji bal rayedarên herêma kurdistanê bi çuş hat pêşwazî kirin.
Top