Peyamnêrekî televizyona KNN li Hewlêrê dest ji kar berda
Barzan Hesen heyamê sal û nîveke wekû peyamnêr di kenala asmanî ya KNN de li bajarê Hewlêrê kardike, duhî bi rengekê fermî dest ji wê televizyonê berda û xuyakir ku ne kesî gef lêkiriye û ne soza diravî dane wî herweha çi kêşeyek bi tu kesî re tuneye.
Ev jî deqa ronkirina wî ye:
Bo hemû kenalên ragehandinê
Babet / helwîstwergirtin û destjikarberdan
Ez (Barzan Hesen) heyamê zêdetir ji sal û nîvekê ye wekû peyamnêrê KNN li bajarê Hewlêrê kardikim, berî ez dest ji kar berdana xwe bi we rabigehînim, ez we pişt rast dikim ku tu kes û aliyekî gef li min nekiriye û tu kesî jî soza diravî û meinwî ne daye min, min kêş tev tu kesî tuneye, tenê wek berpirsyaretiyek niştimanî û mirovî û rewiştî û dîrokî min xwest helwêstê werbigirim, û xwe dûr bêxim ji xweşkirina agirê ew şerê ragehandinê ku li Herêma Kurdistanê li kenalên ragehandinê tê dîtin û mixabin hema çi nemaye berev qonaxek metrsîdartir ve biçe. Lewra li vêrê ez dest ji kar berdana xwe ji kenala KNN radgehînim, hêvîdarim kenalên ragehandinê bi etîka rojnamevaniyê pabend bin û xwe ji zimanê tûj dûr bêxin, herweha hêvîdarim ev dest ji kar berdanan min bi rengekê şaş neyê lêkdan.
Sipas......
Barzan Hesen
27-3-2010