Hilbijartina parêzgehên Kurdistanê dê li îlonê bê pêkanîn
Sekreterê Rojnamegeriyê yê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Tuana Ehmed ji AKnewsê re got, "Îro di civîna Civata Wezîran ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya bi serokatiya serokwezîr Berhem Ehmed de, biryar hate dayîn hilbijatina civatê parêzgehan li Hewlêr, Silêmanî û Duhokê li 10ê îlona dahatî bê pêkanîn."
Hilbijartina yekê ya civatên parêzgehan li Herêma Kurdistanê di kanûna 2005ê de hevdem digel hilbijartina civatên parêzgehên Iraqê bi rê ve çû lê di duyem hilbijartina parêzgehên Iraqê ya li rêbandana 2009ê li Kerkûk û hersê parêzgehên Herêma Kurdistanê hilbijartina civatên parêzgehan nehat pêkanîn.
(AKnews)