• Friday, 29 November 2024
logo

Parlamenterên Birîtanya 4.emîn raport li ser Kurdistanê belav kirin

Gulan Media March 27, 2011 Nûçe
Parlamenterên Birîtanya 4.emîn raport li ser Kurdistanê belav kirin
Piştî ku gropek parlamenterên Birîtanya serdana Herêma Kurdistanê kirin, hefteya rabirdû raporta xwe ya çaremîn li ser Herêma Kurdistanê belav kirin. Gropa endamên Parlamentoya Birîtanya ku wek APPJ tê naskirin di Berfenbara par de serdana Herêma Kurdistanê kirin û piştî vegeriyan Brîtanya raporteke 52 rûpel li ser rewşa Kurdistanê belav kirin û têde daxwazê ji hikûmeta Birîtanya dikin ku hevkariya gelê Kurd li Bakûrê İraqê bike.

Evna çaremîn raporta wê gropê ye ku li ser Herêma Kurdistanê belav dike. Raporta îsal bi navê ‘’Herêma Kurdistan piştî 20 sal raperîn’’ e û ji 52 rûpelan pêk tê. Ew raporta han ku wêneyekî wê ji Rûdawê re hatiye şandin, tê de behsa proseya siyasî û aborî ya Herêma Kurdistanê dike û daxwazê ji hikûmeta Birîtanya dike di wan waran de hevkariya gelê Kurd bike.

Raporta gropê li Parlamentoya Birîtanya hat xwendin û li gor wê raportê, di warê aborî, siyasî û civakî de Herêma Kurdistanê bi awayekî berçav pêşketiye û wiha tê gotin: ‘’Aboriya Herêma Kurdistanê ji nişkave pêşketiye, herwiha proseya siyasî berdewam di pêşketinê de ye û jiyana welatiyan jî ber bi pêş de çûye, ev pêşketina han jî hêjayê wê yekê ye Birîtanya piştgiriya wê herêmê bike.’’

Gropa navbirî di çarçoveya serdana xwe de bo Herêma Kurdistanê çûne Silêmanî, Hewlêr, Duhok û Helebce, herwiha serdana Serokê Herêma Kurdistanê, Parlamentoya Kurdistanê, çendîn rêxistinên jinan, Xirîstiyan, Turkmen û girtîgehên Hewlêrê kirine.

Gropa Parlamenterên Birîtanya ji sala 2006an ve heta niha çar raport li ser Herêma Kurdistanê pêşkêş kirine û di dema nivîsîna wan raportan de jî ligel hemû aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê, rêxistinên civaka sivîl civiyane û nerînên hemû aliyan wergirtine. Rûdaw
Top