Li Sine di du hêrişên nenyas de 2 kuştî û 4 birîndar
Li angora nûçeyeke ajansa nîvfermiya Mehr News a Îranî, nêzîkî demjimêr 8 şeva bûrî, li sêrêyana Şêxan a bajarê Sine, çend çekdaran gulebaran li polîsan kirin û li encam de polîsek hat kujtin û fermandeyek birîndar bû.
.
Heta niha ti aliyekî berpisatiya wan êrîşan nekiriye, Berî çend heyvan jî her dîsan li bajarê Sine hinek çekdaran êrîşî ser polîsan kiribûn û gullebaran kiribûn.
Li angora ajansa Mehr News di êrîşa yekem de, zarokek 14 salî û rêvînkek birîndar bûn û di êrîşa duyem de jî yek kes birîndar bû.
Herweha nêzîkî demjimêr 10 her şevê din, çend çekdarên din li taxa Se`dî ya bajarê Sine, gulebaran li fermandeyekî polîsê wî bajarî kirin û kujtin.
PNA