• Friday, 29 November 2024
logo

Paş kuştina 100 kesan Emrîka wê hovtiyê şermizar dike û Sûrya soza reforman dide

Gulan Media March 25, 2011 Nûçe
Paş kuştina 100 kesan Emrîka wê hovtiyê şermizar dike û Sûrya soza reforman dide
Deshelata Sûriyayê li hember wan aloziyên li başûrê Sûryayê rûdanî ku tê de bêtirî 100 kesan hatine kuştin, soza pêkanîna hinek reforman dide.

Rayedarên Sûrî ragehandin, ku ewê rewşa awerte ya ku ji sala 1963 yê de heye binbirbikin, û soz da ku ewê komîtekê ji bo vekolîna hêrişa li ser xwenîşanderan pêkbînin.

Li gor hin çavkaniyan nêzî 20 hezar kesan beşdarî xwenîşandanê bibûn û hêzên ewlehiya suryayê gole berdane xwenîşanderan û di encam de zêdey 100 kesan li kulanan canê xwe windakir.

Bûteyna Şaban berdevka serok komarê Sûrî xuyakir, Sûriya wê refroma bike û wê çaksaziyan bike.

Ji aliyekê din ve Dêv Karlî berdevkê wîlayetên yekbuyî xuyakir ku Emrîka wan kiryarên hûvne yên deshelata Sûrî li dijî xwenîşanderan şermizar dike.
Top