• Saturday, 30 November 2024
logo

Îsal rêjeya geştyarên serdana Hewlêrê kirine zêde bûye

Gulan Media March 25, 2011 Nûçe
Îsal rêjeya geştyarên serdana Hewlêrê kirine zêde bûye
Roja yekemîn a Cejna Newrozê 230 hezar û di roja duyemîn de 85 hezar geştyar ji nav Hewlêrê çûne seyrangehan.

Mewlewî Cebar ragehan, roja yekemîn a Cejna Newrozê 230 hezar û di roja duyemîn de 85 hezar geştyar ji nav Hewlêrê çûne seyrangehan,
Cebar amajekir, ku di Newrozê de 40 hezar posterên rênamîyan, 96 Toilet ên gerok tevî 60 Toilet ên cîgîr hatibûn danîn û her wiha 60 hezar naylon bi mebesta komkirina paşmayan bi ser geştyaran de hatine parvekirin.

Cebar aşkere kir ku li parêzgeha Hewlêrê bêtirî 22 hezar welatiyên ereb û 13 hezar welatiyên Îranê serdana Hewlêrê kirine û li hember sala borî rêjeya hatina geştyaran bo parêzgeha Hewlêrê ji sedî 25 zêde bûye.

Ji bal xwe ve, Birêveberê Ragihandina Desteya Geştûguzara Duhokê Kenaan Behadîn ragehand, “di Newroza îsal de, 7 hezar geştyar hatine parêzgeha Duhokê ji wan 6 hezar geştyarên ereb û yek hezar yên ji Îranê bûn.”

Tê zanîn ku li parêzgeha Hewlêrê 85 hotelên geştyarî, 50 hotelên gelêrî, 33 motel û hejmarek gundên geştyarî hene ku cihê 20 hezar kesî di wan de heye.

AKnews
Top