Osame Nucêfî bi armanca ji nêzve haydarbûn ji komkujiya Helebceyê, dê serdana wî bajarî bike
Edhem diyar kir ku heta niha jî dema serdana Nucêfî ya Helebceyê nehatiye diyarkirin lê ji wan re gotine dê di dahatiyeke nêzîk de serdana wî bajarî bike.
Edhem got, “Serdana Nucêfî taybet bi kîmyabarankirina Helebceyê ye ku li 15ê vê mehê di dema yadkirina Komkujiya Helebceyê ya di parlamlentoya Iraqê de got, “Haya min ji kitkitên vê karesatê nîne lewra min pê xweş e ji bo ku ji nêz ve rastiyan bibînim serdana Helebceyê bikim.”
Qaymiqamê Helebceyê dupat kir ku serdana Nucêfî çi têkilî bi rewşa xwepêşandanên li Helebceyê re nîen çimkî xwepêşandan tenê li Helebceyê nîne, di bajarokên din de jî hene.
Di 16'ê Adara 1988'ê de di dema şerê Iraq û Îranê de, navçeya Helebceya ser bi Silêmaniyê ji aliyê balafirên Iraqê ve bi çekên kîmyewî hatibû bombebarankirin. Li gorî amarên neresnş, 5 hezar sivîl hatibûn kuştin û zêdetirî 10 hezar kesî jî birîndar bûbûn.
AKnews