Serok Barzanî digel diplomatkarên biyanî li seyranên Kurdistanê Newroz pîroz kir
Serokê herêma Kurdistanê li hember wê yekê ku sefîrên welatên biyanî di gele cemawerê Kurdistanê beşdariyê di cejna Newrozê de dikin, kêfxweşiya xwe diyar kir û got ku di van çend rojan de şendeya diplomatkarên biyanî dê bi çavaên xwe aramî û asudeyîya herêma Kurdistanê bînin û dê bibe derfetek ji bo xurtkirian têkeliyan.
Şandeya diplomatkarên biyanî digel Fuad Hisên serokê dîwana serokatiya herêma Kurtdistanê, Felah Mistefa berprisê têkeliyên derve yê herêma Kurdistanê û Lebîd Ebawî cîgirê wezîrê derve yê Îraqê serdana seyrangeha Bêxalê kirin.
Li dor serdana diplomatkarên biyanî bo herêma Kurdistanê Felah Mistefa got: Ew heyeta diplomatkarên biyanî li ser vexwandina serokê herêma Kurdistanê ji bo beşdarîkirinê di cejna Newrozê de hatine herêma Kurdistanê. Fermangeha têkeliyên derve yên hikûmeta herêma Kurdistanê û wezareta derve ya Îraqê pirogramê serdana şandeyê amadkiriye.