Peymannama vegerîna aştiyê bo Silêmaniyê ji aliyê 9 partiyên siyasî ve hat îmzekirin
Di peymannamê de hatiye: "em ew partî û aliyên siyasî ku me li jêr îmze kiriye, li ser naveroka vê peymannamê pabendin."
Peymanname, 7 xalan li xwe digre, ew jî ev in:
1- Çi part û aliyên siyasî penayê nebin ber tundûtîjiyê di prosesa siyasî ya Herêma Kurdistanê de, bi hemû curên tudûtîjiyê.
2- Çi partek hêzên çekdarî di hevrikiyên navxweyî de li hember hêz û aliyên din bikar nîne.
3- Çi hêzek pêkolê neke ku kolanê li dijî aliyekî din biazrîne ku bbe egerê şewtandina baregehên aliyên dn yan kuştina endam yan curên din yên tundûtîjî.
4- Hemû alî pabendin bi parastina yekperçeyiya xaka Herêma Kurdistanê û hemû alî li dijî ferehîdarê ye.
5- Çi hêzek pêkolê bo anîna hêzên biyanî nade yan destê xwe nake destê aliyekî derveyî Kurdistanê li dijî partekî yan ezmûnê bi giştî.
6- Hemû hêz pabendî naveroka vê peymannamê dibin û hewl nadin naverokê binpêbikin, herweha her aliyek aştî û aramiya Herêma kurdistanê binpê bike, ew li hember Xwedê û Gel û Welat berpirsyar dibe.
7- Hemû aliyek tîror û tundûtîjiyê pirotesto dikin, û îdaneya şêwên kuştin û kavilkirinê dikin.