• Saturday, 30 November 2024
logo

Bi beşdariya stranbêjên her 4 parçên Kurdistanê dê agirê Newrozê li Hewlêrê were vêxistin

Gulan Media March 19, 2011 Nûçe
Bi beşdariya stranbêjên her 4 parçên Kurdistanê dê agirê Newrozê li Hewlêrê were vêxistin
Agirê şeva Newrozê ya îsal a bajarê Hewlêrê dê li parka Şaneder were vêxistin û piştre ahengek jî wê were li darxistin.

Berpirsê ragehandina parêzgeha Hewlêrê ji PNA re ragehand ku biryare siba demjimêr 4 paş nîvro bi amadebûna hejmarek mezin ji berpirsên hikûmî û nûnerên welatên cîhanî, li Hewlêrê agirê Newrozê li parka Şaneder were vêxistin.

Hemze Hamêd herweha xuyakir ku li heman roj û paş vêxistina agirê Newrozê dê gropa Nalî ya muzîkê bi beşdariya her yek ji hunermend Diyar Dêrsim, Çopî Fetah, Ezîz weysî, Narîn Feqe, ahengeka cemawerî birêvebiçe.
Top