Bi beşdariya stranbêjên her 4 parçên Kurdistanê dê agirê Newrozê li Hewlêrê were vêxistin
Berpirsê ragehandina parêzgeha Hewlêrê ji PNA re ragehand ku biryare siba demjimêr 4 paş nîvro bi amadebûna hejmarek mezin ji berpirsên hikûmî û nûnerên welatên cîhanî, li Hewlêrê agirê Newrozê li parka Şaneder were vêxistin.
Hemze Hamêd herweha xuyakir ku li heman roj û paş vêxistina agirê Newrozê dê gropa Nalî ya muzîkê bi beşdariya her yek ji hunermend Diyar Dêrsim, Çopî Fetah, Ezîz weysî, Narîn Feqe, ahengeka cemawerî birêvebiçe.