Obama gefên pêkanîna hêrîşeke serbazî li Lîbiya dike
Serokê Amerîka Barack Obama, di civîneke çapemeniyê de bi tundî li dijî Qezafî axifî.
Obama diyar kir ku Qezafî guh nade biryarên Konseya Ewlekariyê, ew neçar in serî li êrîşeke eskerî bikin.
Obama amaje bi wê yekê kir ku ewê dest bi operasyoneke eskerî bikin,û got em destûrê nadin Qezafî ku çawa bixwaze hêrîş bike û bikuje.
Li aliyê din îro li Frensa Zîrveya Lîbya tê çêkirin, wê wezîra derve ya Amerîka Hillary Clinton jî beşdar bibe.
Wezîrê bergiriyê yê Amerîka Robert Gates jî got li ser biryara Neteweyên Yekbûyî, Amerîka amade ye bi artêşa xwe bikeve rêzê.
avêstakurd