• Saturday, 30 November 2024
logo

Xwenîşandan li Sûryayê destpêkir 4 kes hatin kuştin

Gulan Media March 19, 2011 Nûçe
Xwenîşandan li Sûryayê destpêkir 4 kes hatin kuştin
Di xwenîşandanên roja yekê de li Suryayê bi hezaran kes derketin kulanan, di encam de 4 kes li bajarê Der'a li başûrê Sûriyayê hatin kuştin û hin kes jî birîndar ketin û hejmarek din jî ji bal hêzên Sûryayê hatin girtin

Ajansa France Press ragehand, dema xwenîşandan destpêkirî hêzên ewlehiyê bi zorê xwenîşander belav kirin, ji ber wê li bajarê Deraa 4 kes hatin kuştin û bi sedan jî birîndar bûn,

Lê ji bal xwe ve dezgehê ragihandinê yên hikûmeta Sûriyayê dibêjin, hêzên parastinê xwe dan ligel xelê daku wan biparêzin, lê piştî hin têkderan bizav kir zîyanê bigihînin mal û milkê xelkê, û agir berdan otomobîlan û avahiyan. hêzên Sûrîyaê rûbirû wan bûn.


Nêçe dibêjin ku xwenîşandanên din li bajarê Dîmeşqê û Banyas birêve çûn.
Top