Konferansa Ciwanên kurd a neteweyî bi dawî bû
Konferansa Ciwanên Kurd a Neteweyî ku li ser banga DYG'ê li Amedê duh dest pê kir îro bi dawî bû. Di konferansê de li ser pirsgirêkên ciwanên kurd hatin rawestandin û ji bo çareseriyên pirsgirêka gelê kurd û pirsgirêkên ciwanên kurd her wiha li ser rê û rêbazan niqaş hatin neşandin. Dîsa li ser rol, mîsyon û peyvira ciwanên kurd a di qada parastina çand, nasname, ziman, wêje û hemû nirxên kurdan de niqaş hatin meşandin. Pirsgrêka siyaset, aborî, civakî, perweredehî û tenduristiyê berfirehî hate niqaşkirin. Di konferansê de hate zanîn ku ciwanên kurd ji bo pêşketina siyasî xwedî erk û mîsyonekî gelek mezin in. Di konferansê de li ser fikra ku di bin sîwana federasyonekê de li hev kom bibin bûn yek.
DI KONFERANSÊ DE HATE XWESTIN KU ERKA CIWANAN BÊ XURTKIRIN
Di konferansê de pirsgirêka ciwanên ku ji Sûriyeyê hatiye hate niqaşkirin. Ciwanên kurd ên Suriyeyê ji ber fikara ewlehiyê nexwestin ku wêne û dîmenên wan bên kişandin. Ciwanên kurd ên Sûriyeyê anîn ziman ku bê nasname dijîn û hemû mafên wan ên mirovahiyê ji aliyê dewleta Sûriyeyê ve tê pinpêkirin. Ciwanan, da zanîne ku dîsa mafê wan ê civakî, siyasî, çandî û aborî tê binpêkirin. Di konferansê de pêşniyara ku di bin baneyê federasyonekê de bên cem hev derket pêş. Konferansa ciwanan bi srûda "Ey raqîb" bi dawî bû. ANF