• Friday, 29 November 2024
logo

Civata Ewlehiya Nêvdewletî biryara qedexekirina firînê li asmanê Lîbyayê pejirand

Gulan Media March 18, 2011 Nûçe
Civata Ewlehiya Nêvdewletî biryara qedexekirina firînê li asmanê Lîbyayê pejirand
Civata Ewlehiya Nêvdewletî biryara qedexekirina firînê li ser asmanê Lîbyayê pejirand û ji bo rêgirtina leşkerî li ber hêzên ser bi rêberê Lîbyayê Muamer Qezafî.

Li gor çavkaniyên torên nûçeyan yên cîhanî, 10 endamên civatê deng ji bo wê biryarê dan û çi welatekî deng li dijî wê neda. 5 endaman jî deng nedan, ew jî Brazîl, Çîn, Almanya, Hindustan û Rûsiya bûn.

Her paş pesendkirina biryara qedexekirina firînê bi hezaran xelkê Bengazî li rojhelatê Lîbîiyayê hatine ser kolanan, bo diyarkirina xweşhaliya xwe li hemberî biryarê.
Top