• Friday, 29 November 2024
logo

Ewlehiya Kerkukê encamderê teqina kekukê ji Gulan re eşkera dike

Gulan Media March 17, 2011 Nûçe
Ewlehiya Kerkukê encamderê teqina kekukê ji Gulan re eşkera dike
Cêgirê rêveberê ewlehiya Kerkuk ê, paşmawên Be'isiyan bi encamdana teqîna Kerkuk ê sucbardike, û ragehand: wê teqînê peywendî bi hatina hêzên pêşmerge ve tune.

Di daxuyaniyek taybet de ji Gulan media re(adil) cêgirê rêveberê ewlehiya Kekuk ê got: têqîna vê dawiyê ya bajarê Kerkuk ê ku têde 3 kes hatin kuştin û 32 kesên din jî birîndarbûn, ji bal paşmawên hizba Be'is û bi hemahengî li gel giropa Neqşebendî û Ensarulîslam hatiye pêkanîn.

Navhatî dazanîn ku vê teqînê çi peywendî bi hatina pêşmergey bo kerkukê tune, û li dawiyê got jî ta niha çi aliyekî b fermî berpirsatiya xwe ji wê teqînê diyarnekiriye.
Top