• Saturday, 30 November 2024
logo

Xwêndekarên keç yên zanîngeha Duhokê ji bo kêbirkek nêvdewletî ber bi Emerîkayê di çin

Gulan Media March 17, 2011 Nûçe
Xwêndekarên keç yên zanîngeha Duhokê ji bo kêbirkek nêvdewletî ber bi Emerîkayê di çin
Şandekê xwêndkarên sikola yasa li zanîngeha Duhokê bo beşdarîkirin di pêşbirkeya di navbera xwêndekarên kolîjên yasayî de, wê ber bi Emerîkayê çin.

Dr.We’dî Mizorî serokê pişka yasa li sikola yasa li fakoltiya zanistên mirovayetî li zanîngeha Duhokê ragehand: Di çarçûvê pirojeya jinên serkirde de, ku (zannîngeha Dîpol ـ ku senterê wê li Silêmaniyê ye) li kolîjên yasa li hin zanîngehên Îraqê encam day, 20 xwêndekarên keç li beşa yasa li kolîja yasa li zanîngeha Duhokê pişikdarî vî pirojey bûn û pileya yêkê bidest xistin.

Serokê pişka yasa got jî : Piştî vê serkeftinê biryare li roja eyînî 18-3-2011-ê ev xwêndekarên keç ber bi Emerîka bi rê bikevin daku beşdariyê di berîkana nêvnetewî de li Waşintonê biken.

Diyar jî kir ku di yekem pêşbirkê de xwêndekarên zanîngeha Duhokê dê li gel zan'ngeha Dîpol hevrikiyê ken.

rojnama war
Top