• Saturday, 30 November 2024
logo

Civata berhengarîkirina Îdizê li herêma Kurdistanê yekem civîna xwe li dar xist

Gulan Media March 17, 2011 Nûçe
Civata berhengarîkirina Îdizê li herêma Kurdistanê yekem civîna xwe li dar xist
Îro li dîwana wezareta tendirostî û di çarçûvê pirogirama Îdiz ê li Kurdstanê, ji bo rêgirtinek bihêztir li belavbûna nexweşiya Îdiz ê, wezareta tendirostî ya herêma kurdistanê bi hevkar li gel pisporên Suwîdî yên şarezay rêgirtina belavbûna Îdizê, civîna yekem pêkanî.

bi serokatiya wezîrê tendirostî û nûnerên wezaretên xwêndina bilind, perwerde, navxwe, dad, ewqaf û karûbarên ayînê, karûbarên civakî, roşenbîrî û dezgeha çavdêriya mafê mirov û nênerên rêkxirawên civaka sivîl Ev civîne bi rêveçû.

Biryare di heyama şeş meha de, kar û bizavên giring ji bo rêgirtin li vê nxweşiyê û çawaniya reftarkirinê tevî vê nexweşiyê werin pêkanîn.

Hejmara wan kesên li Kurdistanê tûşî vê nexweşiyê bûnî 18 kesbûn, 3 ji wan ji ber lawaziya canê wan jiyana xwe ji dest dan, dîsan 70 haletên din jî hatine tomarkirin ku piraniya wan karkerên biyanî bûn û hikûmeta herêmê şandine welatên wan.
Top