Civata berhengarîkirina Îdizê li herêma Kurdistanê yekem civîna xwe li dar xist
bi serokatiya wezîrê tendirostî û nûnerên wezaretên xwêndina bilind, perwerde, navxwe, dad, ewqaf û karûbarên ayînê, karûbarên civakî, roşenbîrî û dezgeha çavdêriya mafê mirov û nênerên rêkxirawên civaka sivîl Ev civîne bi rêveçû.
Biryare di heyama şeş meha de, kar û bizavên giring ji bo rêgirtin li vê nxweşiyê û çawaniya reftarkirinê tevî vê nexweşiyê werin pêkanîn.
Hejmara wan kesên li Kurdistanê tûşî vê nexweşiyê bûnî 18 kesbûn, 3 ji wan ji ber lawaziya canê wan jiyana xwe ji dest dan, dîsan 70 haletên din jî hatine tomarkirin ku piraniya wan karkerên biyanî bûn û hikûmeta herêmê şandine welatên wan.