• Saturday, 30 November 2024
logo

Serokê Herêma Kurdistanê li gel Serok û Serokê Fraksiyonên Encumena Parêzgeha Silêmanî kombû

Gulan Media March 16, 2011 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê li gel Serok û Serokê Fraksiyonên Encumena Parêzgeha Silêmanî kombû
Îro çarşem 16/03/2011 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn li gel Serok û Serokê Fraksiyonên Encumena Parêzgeha Silêmanî civiya.

Di destpêka kombûnê da, Serokê Encumena Parêzgeha Silêmanî bi kurtî di derbarê pêkhata Encumena Parêzgeha Silêmanî xiste rû û ronahîkir ku Fraksiyonên li nav Encumenê wekî tîmek dûrî li hizbayetî û bi awayekî hevseng karên xwe birêve dibin û budçeya Parêzgehê jî bi awayekî zelal û bi agahdariya hemû Endamên dihête serfkirin û tekez jî li wê yekê kir ku Encumen pira pêwendiya di navbera xelkê Silêmanî û Hikûmeta Herêmêye û behsa wan pirsgirêkên yasayiyan jî kir ku rêgirin li ber encamdana erk û çalakiyan wekî mayîna paşmayên du îdareyî û desttêwerdana hizb li Hikûmet û pirsgirêka Parêzger.

Serokê Encumena Parêzgehê rûdawên vê dawiyê ya Silêmanî xisterû û daxwaz kir yasayek ji bo rêkxistina pêwendiyên di navbera Parlemen û Hikûmet û Encumena Parêzgehan derbikevê û tekez jî li wê yekê kir ku Herêm pêwîstî bi rêkkeftinekî stratejiya civakî heye.

Paşê her yek li Serokê Fraksiyonên Yekgirtî, Goran, Yekîtî, Komel û Partî li nav Encumena Parêzgeha Silêmanî da têbînî û dîtinên xwe yên li ser îdareya Parêzgehê xistin rû û tekez jî li ser hebûna îrade û îcraatan kirin û daxwaz jî kirin ku yasaya hejmara 3 ê Parêzgehan bihête çalaktir kirin û komîsyona hilbijartinê jî bi hevbendî yan bi bê alî bihête damezrandin.

Paşê Serok Barzanî bi xêrhatina amadebuyan kir û nêrîn û dîtinên Serok û Serokê Fraksiyonên li nav Encumena Parêzgeha Silêmanî bilind nirxand û ronahî kir ku îro 16/03 rojekî dîrokiye û dîrokekî nû ji bo Kurd dirust kir, raste qurbaniyekî zêde lê ketiye lê belê pirsa Kurd biriye qonaxekî din. Şehîdên karesata roja 16/03 şehîdê herî mezinin û divê Kurd îbret li wê karesat û karesatên din wergirê û çetra Kurdayetiyê bikîn çetra hemû aliyek û nabê ew çand bihête birêvebirin ku divê ewê din nemîne. Ji ber ku çandekî şaşe. Mebesta min li wergirtina posta Serokê Herêm ji bo yekxistina nav malê Kurd bû, bo ewe bû li pirsê neteweyî û stratejiyan de yek deng bîn û bi çavê hizbayetî reftaran nekîn. Piştî hilbijartina 2009 min gelek hewl da Hikûmetekî bingeheke berfireh bînim holê, ji ber ku ez bawerim ku em hê li qonaxekîne ku pêwîstî bi wê yekê dike pêkve bîn û her derzek li nav malê Kurd da rûbide her bi zerer û ziyana Kurd ve bi dawî dibe.

Bi raya min ne Hikûmet tiştê baş ji opozîsyon werdigrê û ne opozîsyon jî tiştê baş ji desthilat werdigrê, raste kêmasî heye lê belê nabê bigihe wê radeyê tawanbariya hevdû bikîn û gengeşeyan tundtir bikîn û ajandaya siyasiya xwe li ser ajandayekî din bipejirînin ku ew jî daxwaziya xelke. Gelo her bi sedema gengeşeyê nebû ku wiha kir 4-5 kursî wenda bikin. Min berî sefera xwe ya Îtalya li gel hizban rûniştim û min gote wan bila em ji tiştên giştiyan derbikevin û projeyek amade bikin ji bo çaksaziyê û dema ez vegeriyam li gel Hikûmetê rûdinim û demekî datînim ji bo bi cîh kirina wê. Lê belê ewê rûda tiştekî çaverêkirî nebû, ez niha jî dibêjim xwepêşandan mafekî sirûştiya hemû hemwelatiyane. Lê belê encamdana tundutîjî tiştekî şaşe.

Hebûna astengiya du îdareyî raste lê belê hengavên baş jî hatine avêtin, gelo kes ji xwe napirsê em li ku buyîn û niha li kudane?

Ez wekî Serokê Herêmê qebul nakim astengiya wan du îdareyan bimîne, lê belê eve pêdiviya bi demeke.

Astengiyeke mezin li pêşiya meye, me kiyaneke serbixweyî tûne, eger ev destkeft ji dest biçin bi tu awayekî dûbare nabê. Her ez bûm ku min nehişt Serokayetiya Herêmê li du dewre zêdetir bibê û niha jî pêdagîrî li ser encamdana hilbijartina Encumena Parêzgehan û hilbijartina pêşwexte û damezrandina komîsyona hilbijartin bi hevbendiya hemû aliyek dikim.

Di dawiya civînê de tekez li ser pêdiviya çareserkirina pirsgirêkên di navbera Encumena Parêzgeh û Parêzgerê Silêmanî û zêdetir xizmetkirina hemwelatiyan kirin. Her wiha her du birêz Şêx Mehmud Kawe Hefîdzade û Hacî Hacî Birahîm Şêwirmendên Serokê Herêma Kurdistanê jî amadehiya vê civînê bûn.
Top