BDP: Deftera Helebçeyê nehatiye girtin
Îro li ber Konê Aştiyê ku duhî li Parka Koşuyoluyê hate vedan, nûnerên rêxistinên saziyên civaka sivîl û akademisyenên Zanîngeha Dicleyê Komkujiya Helebçeyê şermezar kir.
Hevserokê BDPê Selahattin Demirtaş jî beşdarî çalakiya bibîranînê bû. Demirtaş, bal kişand ku 23 sal di ser komkujiyê re derbas bûne hê jî rêkxer, piştgir û kes û welatên xwe li ber kerr û lal kirin nehatine cezakirin.
Demirtaş, da zanîn ku hêzên navneteweyî ku çekên komkujiyê firotine Sedan Huseyin jî hevkarên vê komkujiyê ne û wiha axivî, “Ka li pişt komkujiyê hesabeke çawa heye, hê jî nehatiye ronîkirin. Ji ber vê jî kurdan hêj deftera Helebçeyê negirtiye.”
Piştî Demirtaş, berdevkê Hewldana Aştiyê ya Diyarbekirê Edip Yaşar axivî. Yaşar, bûyera Helebçeyê wek “qirkirina nijadî” binav kir û wiha pê de çû:
“Piştî nagazakî û Hîroşîmayê, Helebçe trajediya herî mezin a mirovahiyê ye. Heke mirovahiyê ji komkujiyên berî wê aqilek bigirta Helebçe pêk nedihat.”
Bi boneya 23emîn salvegera Helebçeyê, Komela Maf û Azadiyên Mirovan (HUR-DER), HAS Partî û Mazlumderê bi daxuyaniyekê komkujî şermezar kir.
(AKnews)