• Saturday, 30 November 2024
logo

Li bajarê Kerkûkê teqîn: 2 mirî û 34 birîndar hene

Gulan Media March 16, 2011 Nûçe
Li bajarê Kerkûkê teqîn: 2 mirî û 34 birîndar hene
Îro li demjimêr nehê serê sibê teqînek li bajarê Kerkurkê rûda û di encam de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û 34 kesên din jî birîndar bûn.

Li gor zaniyariyan, sedema teqîna îro ya bajarê Kerkûkê otombêlek bombekirî bû û pîlan ew bû ku rêveberê ava Kerkûkê Ebdulqadir Mihemed bikin armanc û li dema ku ew di çû ser karê xwe teqiya.

Di vê derbarê de, hêzên ewlehiya bajarê Kerkûkê ragihand, di encama vê teqînê de jinek û zarokekî jiyana xwe ji dest dan û 34 kesên din jî birîndar bûn.

Ziyana madî jî gelekî çêbûye û 11 otombêl jî şewitîne. Yekser piştî bûyerê hêzên ewlehiyê li ser teqînê dest bi lêkolînê kirin û hina jî berdewame. PNA
Top