• Friday, 29 November 2024
logo

Hikûmeta herêma Kurdistanê tu penaber teslîmî Îranê nekirine

Gulan Media March 16, 2011 Nûçe
Hikûmeta herêma Kurdistanê tu penaber teslîmî Îranê nekirine
Hikûmeta herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ew nûçeya ku bas li wê çendê dike “hikûmeta Kurdistanê çend pinaberên kurd yên Îranê radestî Komara Îslamî ya Îranê kirine” derewand û tekez kir ku çi binema jê re nîne.

Fermangeha têkeliyên derve ya hikûmeta herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku Federasyona Penaberên Iraqê aşkere nûçeyek weşandiye goya hikûmeta herêma Kurdistanê çendîn penaberên îranî ku niştecihê herêma Kurdistanê ne, radestî Komara Îslamî ya Îranê kirine.

Fermangeha têkeliyên derve ya hikûmeta herêma Kurdistanê dibêje: “Hikûmet û desthilata siyasî ya herêma Kurdistanê di çarçoveya Iraqa Federal de û li gor destûrê bi qanûn û yasayên navdewltî re pabend e. Em dupat dikin ku bi çi awayî, tu kes û welatiyekî kurdê Îranê radestî Komara Îslamî ya Îranê nehatiye kirin.”

Hikûmeta herêma Kurdistanê daxuyakirin ku helwesta wan a li hember pirsên siyasî û neteweyî aşkere ye û ew naxwazin têkiliyên wan li dijî berjewendiyên hin aliyan bin.

Di dawiya daxuyaniyê de, fermangeha têkeliyên derve ya hikûmeta herêma Kurdistanê îdiayên komîsyonê wek buxtaneke bêbingeh û hewleke din a bo alozkirina rewşa ewlekariya herêma Kurdistanê binavkir.
KRG
Top