• Saturday, 30 November 2024
logo

Perlemana Îraqê dê deng li ser Komkujiya Helebceyê bide

Gulan Media March 15, 2011 Nûçe
Perlemana Îraqê dê deng li ser Komkujiya Helebceyê bide
Endamê Bloka Kurdistanî Seîd Resûl Xoşnaw ragihand ku îro li Parlamentoya Iraqê (PI) 23emîn Salvegera Kîmyabarankirina Helebceyê hate bibîranîn û biryar e îro deng li ser wek komkujî nasandina wê karesatê bê dayîn.

Xoşnaw di daxuyaniyekê de ji Ajansa Kurdistan Newsê re got, “Hemû parlamenterên kurd yên li Iraqê îro li parlamentoyê Kîmyabarankirina Helebceyê bibîr anîn. Bi boneya vê karesatê li parlamentoyê pêşangeheke fotografî hate vekirin û çend belgefîlm hatin nîşandan.”

Di rûniştina îro ya Parlamentoya Iraqê de ku beşê yekê taybet bû bi Karesta Helebceyê, hemû hêzên siyasî yên nav parlamentoyê gotarên xwe pêşkêş kirin.

Bekir Heme Sidîq bi navê parlamenterên kurd û Îbrahîm Caferî jî bi navê Hevpeymaniya Niştîmanî gotarek xwend.

Caferî di gotara xwe de bajarê Helebceyê wek bajarê şaîran û rewşenbîran bi nav kir û got, “Êrîşa bo ser Helebceyê tawaneke mezin a li dijî mirovatiyê ye.”

Paşî parlamenterê ser bi Hevpeymaniya Niştîmanî Welîd Hilî pêşniyarek pêşkêşî serokatiya parlamentoyê kir û got, “Ji ber ku karesata Helebceyê tawaneke mezin ya li dijî mirovayiyê ye em pêşniyar dikin ku deng li ser ‘wek komkujî nasandina wê karesatê’ bê dayîn.

Serokatiya parlamentoyê jî biryar da di beşê duyê yê rûniştina îro de, deng li ser vê pêşniyarê bê dayîn.

Li adara 2010ê Dadgeha Pêdaçûnê ya ser bi Dadgeha Bilind a Tawanê ya Iraqê, kîmyabarankirina Helebceyê wek jenosîd nasand.

Di 16'ê Adara 1988'ê de di dema şerê Iraq û Îranê de, navçeya Helebceya ser bi Silêmaniyê ji aliyê balafirên Iraqê ve bi çekên kîmyewî hatibû bombebarankirin. Li gorî amarên neresnş, 5 hezar sivîl hatibûn kuştin û zêdetirî 10 hezar kesî jî birîndar bûbûn.


(AKnews)
Top